Partiyên Kurdî geşedanên siyasî nirxandin û daxwaza lêvegereke Kurdî kirin

Çend partiyên Kurdî yên Sûriyeyê li ser pêşketinên siyasî li Sûriyeyê û qada Kurdî, û nirxandina rewşa hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di civînên şêwirmendiyê li dar xistin.

Partiyên Kurdî geşedanên siyasî nirxandin û daxwaza lêvegereke Kurdî kirin
17 gulan, 2026   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

çend partiyên Kurdî li Sûriyeyê, li ser vexwendina Partiya Yekîtîya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê û Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê, di 9 û 16ê Gulana 2026an de 2 civînên şêwirmendiyê li dar xistin. 

Di encamnameya civînan de hat diyr kirin ku beşdara li hev kiriye ku desthilata heyî "li gorî qurbaniyên gelê Sûriyeyê nebûye", û destnîşan kirin ku kombûna desthilatdariyê di destên Heyet Tehrîr El Şam û derdora wê ya hundurîn de fikar derxistiye holê û bûye sedema kûrbûna alozî û dabeşbûnên civakî.

Beşdaran diyar kirin ku desthilata demkî gelê Kurd paşguh dike, û dan zanîn ku Biryarnameya Hejmar 13 wekî têrê nake ji bo pêkanîna armancên Kurdan û nikare asta qurbaniyên wan ên siyasî û neteweyî nîşan bide.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de karûbarên Kurdan, pêşketinên di rewşa siyasî de ji peymana 10ê Adara 2025an vir ve, û  Konferansa Yekhelwstiya Kurdî û peymana 29ê Çileya 2026an hatiye nirxandin  û banga avakirina lêvegerke siyasî ya Kurdî hat kirin.

Partiyên beşdar:

Partiya Yekîtîya Demokratîk a Kurd li Sûrîyê.

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûrîyê (El Partî).

Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûrîyê.

Tevgera Azadî ya Kurdistanê li Sûrîyê.

Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd li Sûrîyê.

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê.

Partiya Çep a Kurd li Sûrîyê.

Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê.

(k)