Li Reqayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê

Yekitiya Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya berxwedana QSD’ê meşek li bajarê Reqayê li dar xist.

Li Reqayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Reqayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Reqayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Reqayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Reqayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Reqayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Reqayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Li Reqayê meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
27 sibat, 2025   17:38
REQA

Yekitiya Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Bendava Tişrînê em ê teqez bi ser bikevin" li bajarê Reqayê meşek li dar xist.

Meşê li pêş stadyûma beledî ya li bajêr bi beşdariya girseya ciwan û werzîşvanên ji tevahî kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xelkê Reqayê dest pê kir.

Li pêş avahiya Meclisa Werzîşê ya Reqayê meş rawestî. Li wir endama Yekitiya Werzîşê Hêva Bekir axivî û got: "QSD nûnertiya tevahî pêkhateyên herêmê dike û dê li ser şopa şehîdan parastina xakê bidomîne."

Piştre hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Bozan Berkel axivî û got: "Ey werzîşvanên azad ên Reqayê, îro dê Rêber Abdullah Ocalan nuqteyan deyne ser tîpan û di vê roja dîrokî de û dê tevahî gelên herêmê ji zilm û desthilatê xelas bike."

Di dawiya meşê de beşdaran dirûşmên silavkirina berxwedana QSD’ê berz kirin.

(fr)

ANHA