Rêber Abdullah Ocalan: Ji bo çekdanînê divê aliyê hiqûqî bê naskirin

Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî xwendina banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Abdullah Ocalan, diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinê de diyar kiriye ku “ji bo ku di pratîkê de çek werin danîn û PKK xwe fesih bike, divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.”

Rêber Abdullah Ocalan: Ji bo çekdanînê divê aliyê hiqûqî bê naskirin
27 sibat, 2025   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Îmraliyê yaDEM Partiyê cara sêyemîn li Girava Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol, her wiha girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî di hevdîtinê de cih girt. 

Rêber Abdullah Ocalan, Şandeya Îmraliyê û 3 girtiyan li Îmraliyê daxuyaniya hevpar da. Dîmenê daxuyaniyê hate kişandin lê belê dewletê neda şandeyê. Tenê wêneyên daxuyaniyê radestî şandeyê hatin kirin.

Endamên Şandeya Îmraliyê piştî daxuyaniyê ji giravê vegeriya û li Hotêla Elît Worldê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan hate xwendin.

Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî xwendina banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Abdullah Ocalan axivî û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinê de ji şandeyê re gotiye: “Bê guman ji bo ku di pratîkê de çek werin danîn û PKK xwe fesih bike, divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.”