Li Reqayê Kurdekî hewl dida ji hovîtiya çeteyan bireve hat qetilkirin

Çeteyan li Reqayê welatiyê Kurd Sadiq Bozan dema hewl dida ji dest hovîtiyê bireve li ser rêya Hezîma ya bajêr qetil kir.

Li Reqayê Kurdekî hewl dida ji hovîtiya çeteyan bireve hat qetilkirin
23 ÇILE, 2026   17:14
NAVENDA NÛÇEYAN

eteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û yên dewleta Tirk a dagirker dema welatiyê Kurd Sadiq Bozan hewl dida ji dest hovîtiya wan bireve li ser rêya Hezîma ya Reqayê qetil kir.

Çeteyan Sadiq Bozan li ser traktorê li ser rêya Hezîma qetil kir.

Birayê Sadiq Bozan li ser rûpela xwe ya facebookê got: "Sûcê birayê min ê tekane Kurd e û dixwaze bi aştî bijî. Em vê ji bîr nakin û efû nakin."

(fr)