Li Reqayê komkirina îmzeyan bi dawî: 750 hezar îmze hatin komkirin

Di çarçoveya hemleya komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hemle li kantona Reqayê bi komkirina 750 hezar îmzeyan bi dawî bû.

Li Reqayê komkirina îmzeyan bi dawî: 750 hezar îmze hatin komkirin
Li Reqayê komkirina îmzeyan bi dawî: 750 hezar îmze hatin komkirin
28 adar, 2024   17:18
REQA

Hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Reqayê Buşra Ehmed bi daxuyaniyekê ragihand ku hemleya komkirina îmzeyan li Reqayê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemleya komkirina îmzeyan a ku Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di 9'ê Sibatê de li kantona Reqayê dest pê kiribû, bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li kantona Reqayê 750 hezar îmze hatin komkirin.

(mh)

ANHA