Fermandar Egîd û 114 şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn

Fermandarê pêngava 15’yê Tebaxê (1984) ku 28’ê Adara 1986’an li Çiyayê Gabarê şehîd bû û 114 cangoriyên meha Adarê ku li cih û dîrokên cuda de şehîd bûne, hatin bibîranîn.

Fermandar Egîd û 114 şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
Fermandar Egîd û 114 şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
Fermandar Egîd û 114 şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
Fermandar Egîd û 114 şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
Fermandar Egîd û 114 şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
Fermandar Egîd û 114 şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
Fermandar Egîd û 114 şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
28 adar, 2024   17:14
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan 114 şehîdên Tevgera Azadiya bibîr anîn. 

Di merasîma bîranînê ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, malbatên şehîdan, rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û gelek welatî amade bûn.

Endamê PYD'ê yê Bajarê Qamişlo Mihemed Ebdo di merasîmê de axivî û di kesayeta fermandarê efsanewî û lehengê netewî Mahsum Korkmaz (Egîd) de hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bibîr anîn.

Mihemed Ebdo da zanîn ku Fermanda Egîd pêşengiya pêngava 15’ê Tebaxê kiriye, bingeha artêşbûnê avêtiye û îro jî li ser vê xetê têkoşîn mezin bûye.

Mihemed Ebdo got divê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, li ser xeta şehîdan têkoşîn bê mezinkirin, baweriya xwe bi şerê gel ê şoreşgerî bînin. 

Piştî axaftinê navên 114 şehîdan hatin xwendin û ew hatin bibîranîn. Di xwendina navê her şehîdekêde girseyê dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kir.
Piştî merasîma ku bê navber dirûşmaya “Bijî Serok Apo”  hat berzkirin, malbatan gorên şehîdan ziyaret kirin.

(eg/a)

ANHA