Li Reqayê Koma Xebata Nîştimanî semînerek da

Koma Xebata Nîştimanî bi navê "Balkişandina ser rewşa siyasî ya Sûriyeyê" li Navenda Çandê ya bajarê Reqayê semînerek da.

Li Reqayê Koma Xebata Nîştimanî semînerek da
Li Reqayê Koma Xebata Nîştimanî semînerek da
Li Reqayê Koma Xebata Nîştimanî semînerek da
Li Reqayê Koma Xebata Nîştimanî semînerek da
Li Reqayê Koma Xebata Nîştimanî semînerek da
Li Reqayê Koma Xebata Nîştimanî semînerek da
26 mijdar, 2024   19:48
REQA

Di semînerê de nûnerên partiyên siyasî, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), siyasetmedarên serbixwe û endamên komînan beşdar bûn.

Di serî de parêzer Salih El Selame li ser Koma Xebata Nîştimanî axivî û got: "Ev kom, komeke rêxistinî, sivîl û serbixwe ye. Armanca wê xurtkirina xebata nîştimanî û pêşxistina hêzên nîştimanî di hemû aliyan de ye da ku li dawiyê diyalogeke nîştmanî ya giştî li ser asta seranserî xaka Sûriyeyeyê were kirin. Kom di 26'ê Tîrmehê de hat ragihandin."

Endamê Desteya Seroketiyê ya MSD'ê Hesen Mistefa li ser pêvajoyên siyasî yên berê yên herêmê, pergalên ku li herêmê hukim kirine û encamên guhertinên di hevbendiyên navneteweyî û herêmî de li ser Rojhilata Navîn bi giştî û Sûriyeyê bi taybetî, axivî.

Mustefa bal kişand ser rêbaz û xebatên hemwext ên bidawîkirina krîzê û got: "Gava ku ji Reqayê û deverên din dest pê kiriye, li hemû herêman deng veda. Ji bo me wekî Sûriyeyî, diyalogên niştîmanî û hevguhdarkirin pêwist in. Eger em bi rastî ji bo berjewendiyên welatê xwe dixebitin û em Sûriyeyiyên welatparêz in, pêwist e em wiha bixebitin. Dibe ku di hin mijaran de nakokî hebin lê belê di diyalogan de xalên hevbeş ê werin dîtin."

Mistefa wiha domand: "Welat welatê tevan e û em jî berpirsên wî ne. Pêwist e ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê yekitî were avakirin."

Mistefa hin xalên dê di rûniştinên bê de bên nîqaşkirin diyar kirin û wiha ne: "Têkoşîna li dijî terorê, xebitîna bi dewletên Ereban re û danîna stratejiya ewlekariya nîştimanî."

(mh/fr)

ANHA