Di 2 mehan de zêdetirî 400 kes li Sûriyeyê hatin kuştin û birîndarkirin

Di 2 mehên dawîn de Îsraîlê 86 caran êrişî xaka Sûriyeyê kir. Di encama êrişan de 199 leşker hatin kuştin û 129 din birîndar bûn, her wiha 41 sivîl jî hatin kuştin û 33 kes jî birîndar bûn.

Di 2 mehan de zêdetirî 400 kes li Sûriyeyê hatin kuştin û birîndarkirin
26 mijdar, 2024   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Îsraîlê ji 26'ê Îlonê ve êrişên xwe li dijî xaka Sûriyeyê zêde kirine, nexasim li dijî herêmên sivîl, nuqteyên leşkerî, embargehên cebilxaneyê û baregehên hêzên hikumeta Şamê.

SOHR'ê destnîşan kir ku ji destpêka şerê li Lubnanê ve Îsraîlê 77 êrişên hewayî û 9 êrişên bejahî pêk anîne.

Di encama êrişan de 199 leşker hatin kuştin û 129 birîndar bûn. Her wiha di nav de 11 zarok û 12 jin 41 sivîl hatin kuştin û 33 sivîl jî birîndar bûn.

(mh/fr)