Li Reqayê cotkarên zeytûnan banga alîkariyê dikin

Îsal berhema zeytûnan li kantona Reqayê ji ber hişkesaliyê bi paş ketiye. Cotkaran banga pêşkêşkirina sotemenî û semadan ji bo parastina daran û çandiniyê kir.

15 mijdar, 2025   06:05
REQA
ENES MIHEMED

Ji ber hişkesaliya li herêmê, îsal berhema zeytûnan a kantona Reqayê bi paş ket. Vê jî bandor li jiyana cotkaran kir, nexasim ku zeytûn li gundewarên Reqayê yek ji berhemên sereke ye.

Cotkaran diyar kir ku di mewsimên borî de her 5 kîlogram zeytûnan lîtreyek zeyt dida, lê îsal ji bo lîtreyekê 7-14 kîlogram zeytûnê pêwîst e.

Ev yek jî zirarê cotkaran zêde dike û dihêle ew bangên destekdayîna ji bo peydakirina sotemenî û semadê zêde bikin.

Cotkarê ji bajarokê Ekêrşî yê li başûrê Reqayê Ebdulkerîm El Xelef got hêviya wan bi vê mewsimê mezin bû, lê belê ji ber hişkesaliyê berhema ku wan dixwest, nehat. El Xelef wiha domand: "Berê ji bo lîtreyek zeytê 5 kîlogram zeytûn pêwîst bûn, lê îsal ji bo lîtreyekê 12 kîlogram an jî zêdetir pêwîst e.”

Ehmed El Ehmed ê ji taxa Muxteleta ya bajarê Reqayê jî got: "Ji 15 salan ve ez zeytûnan diçînim, min tu mewsim bi vê xerabiyê nedîtin. 270 darên min hene lê tenê 600 kîlogram zeytûn dan. Hişkesaliyê hêvî kuşt. Piştgirî jî bo nîvê pêdiviyên me jî têrê nake."

El Ehmed diyar kir ku sotemeniyên ku wan wergirtine ji bo beşeke zeviyê jî têrê nakin û semad jî hîn negihaştiye wan û got: "Em tenê dixwazin darên xwe biparêzin. Zeytûn ne tenê mewsim e, ew çavkaniya debara jiyanê ya bi sedan malbatan e."

Mihemed El Îbrahîm ji bajarokê Ekêrşî jî wiha axivî: "Zeytûn kêm e, zeyt jî jê kêmtir e. Pêwistiya me bi destekdayîneke rastîn heye. Mewsima îsal bi qasî çaryeka mewsima berê dernakeve. Zirarê me mezin e."

‘PIŞTGIRÎ KÊM E’

Rêveberê Nivîsgeha Çandiniyê ya Daîreya Sotemeniyê ya kantonê Mehmûd El Mehbaş got piştgiriya îsal ji bo darên biber gihaşt 600 cotkarên zeytûnan û 26 hezar û 700 donimî.

El Mehbaş da zanîn ku ji bo avdan û çandiniyê 240 hezar û 695 lître mazot bi buhayê hezar û 350 lîreyan (lître) hat veqetandin. Lê cotkar dibêjin ev li gorî pêdiviyan kêm e, nexasim hemwextî hişkesaliyê.

BANGÊN DESTWERDANÊ

Cotkaran banga berfirehkirina piştgiriyê û peydakirina semadan û zêdekirina para sotemeniyê kir. Her wiha got ku divê teknîkên avdanê li gorî guhartinên hewayê werin nûjenkirin.

Her kîloyek zeytûn bi 600 lîreyan tê guvaştin. Her tonek jî bi 55 dolaran tê guvaştin. Buhayê tenekeya zeyta zeytûnan (16 kîlo) gihaşt 80 dolaran. Pêşbînî hene ku erzan bibe.

Li kantonê nêzî 1.2 milyon darên zeytûnan hene û tê de 25 mekbesên zeytûnan hene.

(mh)

ANHA