Di roja duyemîn a Mîhrîcana Rojava de fîlmê "spring" hat pêşandan

Çalakiyên Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava di roja duyemîn de bi pêşandana fîlman, kurtefîlm, panel û çîrokên kurt û dirêj li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê û TEV-ÇANDˊê yên Qamişloyê didomin.

Di roja duyemîn a Mîhrîcana Rojava de fîlmê "spring" hat pêşandan
Di roja duyemîn a Mîhrîcana Rojava de fîlmê "spring" hat pêşandan
Di roja duyemîn a Mîhrîcana Rojava de fîlmê "spring" hat pêşandan
Di roja duyemîn a Mîhrîcana Rojava de fîlmê "spring" hat pêşandan
Di roja duyemîn a Mîhrîcana Rojava de fîlmê "spring" hat pêşandan
Di roja duyemîn a Mîhrîcana Rojava de fîlmê "spring" hat pêşandan
Di roja duyemîn a Mîhrîcana Rojava de fîlmê "spring" hat pêşandan
Di roja duyemîn a Mîhrîcana Rojava de fîlmê "spring" hat pêşandan
Di roja duyemîn a Mîhrîcana Rojava de fîlmê "spring" hat pêşandan
14 mijdar, 2025   19:03
QAMIŞLO

Di roja duyemîn a Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan de hezkirinên fîlman, saziyên çand û hunerê, derhêner, sînematografîkên ji Spanya, Brîtanya û Bakurê Kurdistanê amade bûn.

Di danê vê êvarê de li Navenda Mihemed Şêxo fîlmê "Four ballads for my father sprin" ji derhêneriya Cemîle Şahîn hat pêşandan. Fîlm zehmetiyên malbateke Kurd, piştî ji ber bendên Tirkiyeyê gundê wê ketiye bin avê û koçber bûne belge dike.

Fîlm koçberiyê û windabûna bav di şert û mercên nepen de bi hev ve girê dide. Di fîlmê de şêweyên tundî, zordestî û mehrûmkirinê ku dewleta Tirk li dijî malbatên Kurd pêk tîne û di encamê de ferdên malbatê li tevahî bajarok û bajarên curbicur belav dibin hatin pêşkêşkirin.

Di heman navendê de fîlmê Sûriyeyî " في زمن الفردوس" di navbera saet 17.30 û 19.30ˊan de tê pêşkêşkirin. Bername bi pêşkêşkirina kurtefîlma "The Suryar" û rûniştina pirs û bersivan ji saet 20.00ˊan heta 22.00ˊan bi dawî dibe.

Dê îro ev fîlm werin pêşandan:

13.00-13.20’an- Mother-kurtefîlm

13.45-14.00’an-Ezda-Belgefîlm

16.00-17.00’an- Enough Enough- kurtefîlm

17.30-18.00’an-Benchless-kurtefîlm

18.30-18.50’an- Bottleneck-kurtefîlm

19.00-19.15’an- Salt Sellers-kurtefîlm

19.00-21.30’an- Ropewalker Memories-fîlm navneteweyî ye.

Mîhrîcan wê heya 20’ê Mijdarê dewam bike.

(fr)