Li Laziqiyê û Humsê tesfiyekirina meydanî didomin

Di çend saetên dawîn de parêzgehên Laziqiyê û Humsê bûn şahideyê kiryarên tesfiyekirin û qetilkirina meydanî yên metirsîdar. Ev yek digel nebûna hesabpirsînê û pêşketina siyaseta bêcazkirinê ku rewşa fikarê li kolana Sûriyeyê kûr dike, pêk tê.

Li Laziqiyê û Humsê tesfiyekirina meydanî didomin
6 gulan, 2025   22:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çekdarên nenas 4 welatiyên sivîl ên gundê Eyn El Coze yê navçeya Eyn El Şerqiye ya gundewarê Laziqiyê, dema li nava eraziyên xwe dixebitîn, qetil kirin.

SOHR'ê diyar kir ku di nava qurbaniyan de zarokek jî hebû û ji rûberekî nêz ve gule yekser berdan wan, ev yek niyeta tesfiyekirinê nîşan dide.

Li gundê Belqese yê rojavayê Humsê jî komeke çekdar bi ser gund de girt û ciwanek qetil kir û piştre bav û birayê wî ber bi cihekî nediyar ve revandin.

HEJMARÊN BITIRS.. JI DESTPÊJA 2025'AN VE 619 QURBANÎ

Li gorî binpêkirinên SOHR’ê belge kirine, hejmara qurbaniyên kiryarên tesfiyekirin û reftarên tolhilanînê li Sûriyeyê, ji destpêka sala 2025'an ve 619 welatî, di nav de 591 mêr, 20 jin û 8 zarok hene.

Ev binpêkirin, ji bilî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li herêmên cuda yên Sûriyeyê zêde dibin, ev yek rewşa tevliheviya ewlehî û parçebûna civakî digel nebûna tu makanîzmeyên zelak ên hesabpirsînê, nîşan dide.

(mh/fr)

ANHA