Li Reqayê amadekariya meşa girseyî

Li Reqayê, ji bo sibe, amadekariya meşa girseyî ya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê kirin. Di meşê de şêniyên kantona Reqa, Tebqa û Dêrazorê beşdar dibin.

Li Reqayê amadekariya meşa girseyî
Li Reqayê amadekariya meşa girseyî
Li Reqayê amadekariya meşa girseyî
Li Reqayê amadekariya meşa girseyî
Li Reqayê amadekariya meşa girseyî
Li Reqayê amadekariya meşa girseyî
7 cotmeh, 2024   22:05
REQA

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, sibe (8'ê Cotmehê) meşeke girseyî li Reqayê bi beşdariya şêniyên kantona Reqa, Tebqa û Dêrazorê, li dar dikeve.

Ajansa me pêvajoya amadekariyê ji bo meşê şopand.

Endama Komîteya Amadekar Heyfa Muslim ji ajansa me re diyar kir ku meş dê girseyî be û ji vê êvarê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li navenda bajêr tên rakirin û li ser ekranên elektronîk ên kolanên bajêr tên pêşandan.

Her wiha sehneya yarîgeha Beledî ji bo axaftinan tê amadekirin.

Heyfa Muslim destnîşan kir ku tê pêşbînkirin ku 10 hezar kes ji şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê beşdar bibin û meş ji pêşiya Meclisa Giştî ya Reqayê dest pê dike û ber bi yarîgeha Beledî ve bi rê dikeve.

(mh)

ANHA