Li Reqayê 79 rê hatin qîrkirin

Şaredariya Gel a Kantona Reqayê qîrkirina 79 rêyên sereke û yên şaxî bi dawî kir.

Li Reqayê 79 rê hatin qîrkirin
Li Reqayê 79 rê hatin qîrkirin
Li Reqayê 79 rê hatin qîrkirin
Li Reqayê 79 rê hatin qîrkirin
Li Reqayê 79 rê hatin qîrkirin
Li Reqayê 79 rê hatin qîrkirin
Li Reqayê 79 rê hatin qîrkirin
20 mijdar, 2024   07:10
REQA

Şaredariya Gel a Kantona Reqayê projeya herî mezin a qîrkirina rêyan 5ˈê Hezîrana îsal dabû destpêkirin. Qîrkirina rêyan 9ˈê Mijdarê bi dawî bû û bi qasî 31 hezar metredam rê hat qîrkirin.

Rêyên Kolana Nûr, Qewetlî, Kolana Stadyuma Belekî, Kolana Îhsan a li Taxa Mimêla, rêya ji Kolana Saqiye heya Sûka Sewalan, rêya di navbera Çerxerêya El Berazî heya Sînaa de bi dirêjahiya hezar û 100 metreyî hatin qîrkirin.

Her wiha rêya di navbera Parka Bedya û Kolana Qîtar de, dîsa rêyên şaxî yên Kolana Seyf Eldewle heya Kolana El Mensûra û Taxa El Hesûn hatin qîrkirin. Bi giştî 20 rêyên şaxî û yên derdora Çerxerêya El Neîm hatin qîrkirin.

Şaredariyê rêya Bazara Sebzeyan a kevn, rêya Kornêş a li rojhilatê kantonê, rêya şaxî ya taxa Sexanî heya Bazara Sebzeyan a kevn, rêya şaxî ya li bakurê rojavayê Çerxerêya Delê qîr kirin. Her wiha rêya Konêş a rojhilat (Ji Bazara Hedîdî heya benda kontrolê ya Mişleb a li aliyê rojhilatê bajar) bi dirêjahiya 4 kîlometreyan hat qîrkirin. Dîsa jî kolana Qewetlî ya di navbera Çerxerêya Saetê ya li aliyê rojava heya Xaçerêya Ebû Omer a li aliyê rojhilat bi dirêjiya 2 kîlometreyan hat qîrkirin.

Endezyar Mehmûd El Hemam ku li ser xebatên qîrkirina rêyan disekine, diyar kir ku Şaredariya Gel a Reqayê qîrkirina rêyên sereke û yên şaxî ku di plansaziya îsal de hatibûn diyarkirin, bi dawî kir û bi giştî 79 rê hatin qîrkirin.

El Hemam da zanîn ku rêyên nehatine qîrkirin jî xistine plansaziya sala 2025ˈan.

(bb)

ANHA