Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe aşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya Mihemed El Mustefa yê ku di dema ser erka xwe bû şehîd bûye, aşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe aşkere kir
19 mijdar, 2024   21:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku endamê wan Mihemed El Mustefa di encama krîza dil de di 19'ê Mijdarê de şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şehîd El Mustefa di beşa ewlekarî û parastina girtîgehan de cih digirt û ji bo parastina ewlehiya welatiyên herêmê derbasî gelek perwerdeyan bibû.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Mihemed El Mustefa

Navê dayikê: Îde El Elî

Navê bav: Ebûd

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Rimêle 1993

Cih û dîroka tevlêbûnê: Cirniye 2022

Cih û dîroka şehadetê: Tebqa 19/11/2024

(mh)

ANHA