‘Bi hişmendî û zanistê em dikarin tundiyê tune bikin’

Mêrên tev li dewreya perwerdeyê ya li Çilaxayê bûne, diyar kir ku tundiya li ser jinan tenê bi rêya pêşxistina hişmendiya li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî dibe û hevjiyana azad pêk tê.

‘Bi hişmendî û zanistê em dikarin tundiyê tune bikin’
20 mijdar, 2024   05:10
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan e. Di çarçoveya avakirina civakeke bêtundî de, tevgerên jinan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal çalakiyên cihêreng li dar dixin, mîna lidarxistina dewreyên perwerdeyê ji mêran re. Di wan perwerdeyan de tundiya li ser jinan û sedemên wê û stratejiyên bidawîkirina wê, rojevên sereke ne.

Kongra Star li bajarê Çilaxayê dewreyeke perwerdeyê ji 28 mêran re li dar xist. Dewreyê 3 rojan dewam kir. Mêrên tev li vê perwerdeyê bûne, ji ajansa me re axivîn û behsa girîngiya dewreyê kir.

Zêdan Ehmed got dewre ji bo guhertina hişmendiya baviksalar gelekî girîng e û wiha pê de çû: "Ji ber urf û adetan û zîhniyeta desthilatdariyê, em her tim ji mijarên girêdayî jinan, azadî, mafên wan û tundiya li dijî wan xwe didin alî."  

Ehmed wiha domand: "Dema ku mêr reftarên xwe biguherin, wê demê em dikarin bêjin tundiya li ser jinan bi dawî bû. Mêr beşeke sereke ya pirsgirêkê û çareseriyê ne. Divê guhertin çê bibe. Ev guhertin tenê bi perwerdeyê dibe. Ji ber wê û ji bo ku ez reftarên xwe biguherim û rola xwe di têkoşîna jinan a ji bo avakirina civakeke wekhev û hevbeş ku mafên her du zayendan dabîn dike pêk bînin, ez tev li vê dewreyê bûm."

Husam Hisên jî got: "Bi rêya dewreyê, min fêm kir ku tundî nahêle jin mafên xwe û azadiya xwe bi dest bixe. Ev jî pirsgirêka ne wekheviyê di navbera mêr û jinan de kûrtir dike. Tundî bandorê li hevsengiya têkiliyan di navbera her du zayendan de dike. Bi awayekî neyînî bandor li aliyên derûnî û hestan dike û zadiya jinan û mafê wan ê zanistê, parastin, ewlehiyê asteng dike."

Mîlad Akûb jî got: "Di perwerdeyê de min sedema rastîn a berdewamkirina tundiya li ser jinan naskir ku hişmendiya me ya desthilatdarî ye. Em mêr li dû vê hişmendiyê diçin, ev hişmendî jî di reftariyên me de li hember jinan li tevahî qadên jiyanê aşkera xuya dibe."

Akûb wiha domand: "Bi perwerdeyê em dikarin vê hişmendiyê tune bikin û bibin mêrên azad ku li kêleka jinên azad li hemberî tundiyê tê bikoşin."

Akûb, ji bo avakirina civakeke azad û wekhev bang li tevgerên jinan kir ku mîna van dewreyan li dar bixin ji bo ku tevahî mêr tev lê bibin.

(şx/k)

ANHA