Li Reqayê 2 bazirganên çekan hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 li Reqayê bi tawana bazirganiya çekan 2 kes girtin, mîqdareke çek û cebilxane jî desteser kir.

Li Reqayê 2 bazirganên çekan hatin girtin
28 ÇILE, 2024   22:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, piştî gumankirina li ser 2 kesên bazirganiya çekên şer dike û piştî xebatên lêgerîn, şopandin û diyarkirina nasnameyên wan hêzan bi ser mala wan a li Reqayê de girt û ew her du girtin û ev tişt li cem wan hatin dîtin û desteserkirin:

Çekek klaşnîkov

Dabanceyek 9 mm

BKC(Bêkêsê)

Mermiyên BKC: 455

Carcorên klanşînkov: 4

610 dolar

Li gorî navendê, piştî wan her du bazirganan li xwe mikur hatin ku bazirganiya çekan dikin, ji dozgeriya giştî re hatin şandin.

(fr)