Îbrahîm Kalin û Mesûd Barzanî civiyan

Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, piştî serdana xwe ya Bexdayê, berê xwe da Hewlêrê û li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiyan. Di civînê de her du aliyan rewşa siyasî ya herêmê û metirsiya ‘terorê’ guftugo kirine û wek her carê tekezî li ser hevkariya navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hate kirin.

Îbrahîm Kalin û Mesûd Barzanî civiyan
28 ÇILE, 2024   22:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi salane ji ber bêdengiya Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê, dewleta Tirk serweriya xaka Iraqê binpê dike û rojane êrişan pêk tîne. Li aliyek din jî ava Iraqê digire, di nava qeyran û aloziyê de Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin serdana Iraqê kir.

Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin di 22’yê mehê de ji nişka ve serdana Iraqê kir, di serî de Serokkomarê Iraqê, Kalin bi gelek rayedarên Iraqê re civiya. Serokkomarê Iraqê Ebdul Letîf Reşîd li gel Serokê MÎT’a Tirk Îbrahîm Kalin civiya. Di civînê de serokkomarê Iraqê îşaret bi binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser sinorê parêzgeha Silêmanî û deverên din ên Herêma Kurdistanê kir û xwest Tirkiye rêzê li serweriya Iraqê bigre.

Îbrahîm Kalin piştî serdana xwe ya li Bexdayê, serdana Hewlêrê jî kir û li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî civiya.

Li gorî medya nêzî PDK’ê ragihandî Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê pêşwazî li Serokê Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin kiriye.

Hate diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya herêmê û metirsiya ‘terorê’ gotûbêj hatiye kirin.

Her wiha hate ragihandin ku wek her carê di civînê de tekezî li ser hevkarî û hemahengiya navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye dewleta Tirk a dagirker rojane Başûrê Kurdistanê bombebaran dike û sivîlan qetil dike. Lê heya niha jî ji rayedarên Hikumeta Herêmê ti helwestek nehatiye dîtin û berovajiyê wê li gel hêzên dagirker di nava hevkarî û hemahengiyê de ne.

Mînaka vê jî êrişa herî dawî ya çekdarên PDK’ê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê kiriye ku di 22’yê mehê de PDK’ê fermana êrişê dabû, piştî fermanê çawa hatiye gotin bi heman awayî êrişî gerîlayên azadiyê kirin. Çekdarên PDK’ê kemîn danîn, li gerîla reşandin û piştre jî bi balafirên Tirkiyeyê wesayîtên gerîla bombebaran kirin. Çekdarên PDK’ê di nava 4 salan de, 4 caran kemîn danîn pêşiya gerîlayên azadiyê û 12 gerîla şehîd xistin.