ˊPerspektîfên Rêbertî di mejiyên me de zindî neˊ

Perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan bi taybet girîngiya têkoşînê ji bo doza Kurd û Kurdistanê û xetereyên hevkariya hêzên ku kurdeyatiyê îdia dikin bi dijminan re, hîna di bîra kesên pê re rûniştine zindî ne.

ˊPerspektîfên Rêbertî di mejiyên me de zindî neˊ
29 ÇILE, 2024   02:35
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Gelek şêniyên taxên Şêmxeqsûd û Eşrefiye bi şans bûn dema ku Rêber Abdullah Ocalan li Helebê bû pê re rûniştin. Gelek ji wan jî çûn Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê ji bo ku wî bibînin. Ew hevdîtin di kesayeta wan de û nêrîna wan der barê doza Kurd de guhertin çêkirin. 

Welatiyê bi navê Fexrî Henan ê ji gundê Raco yê navçeya Mabatayê û birayê du şehîdên Tevgera Rizgariyê ye; Bedirxan (Nazmî Henan Şahîn) ku 1994`an şehîd bûye û Cemşîd (Idrîs Henan Şahîn) ku sala 1996`an şehîd bûye.

Fexrî sala 1983`yan tevgera rizgariyê bi rêya bavê xwe nas kir ku xebatên eniyê (cebhewî) li gund dimeşandin. Sala 1996`an tevî gelî li Mezreya li ser rêya Şamê Rêber Abdullah Ocalan dît.

Henan bal kişand ser wê civînê û wiha got: "Rêbertîdemeke dirêj ji bo axaftina li ser Pêngava 15ˊê Tebaxê veqetand. Girîngiya pêngavê ji bo azadiya gelê Kurd û destkeftiyên bi saya wê pêngavê bi dest ketine, şîrove kirin, mîna her carê jî doza jinan ji bîr nekir. Wesiyet li me kir ku li ser şopa şehîdên jin bimeşin û got azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêdayî ye."

Henan diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin da malbatên şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan wiha got: "Ger Kurd dev ji doza xwe berdin, dê malbatên şehîdan bi dozê û xwîna şehîdên xwe ve girêdayî bin. Ji lew re para wan di pêkanîna serkeftin û azadiyê de mezin e."

Henan anî ziman ku civîn 5 saetan bi nîqaşê dewam kir û Rêber Abdullah Ocalan bal kişand ser mijara yekitiyê û hişyarî li ser xeteriyên xiyaneta ku PDKˊê dike da. Henan wiha pê de çû: "Fikrên Rêbertî ji wê demê ve di mejiyên me de ne û em ji bîr nakin. Em ê ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bi rêya yekitiya xwe bixebitin. Ji ber ku bi yekitî û hevgirtinê em ê 4 parçeyên Kurdistanê bikin yek."

Sultanê Reşîd jî dayika şehîd Fîras (Mistefa Mihemed) di 1991ˊê de li Akademiya Mahsûm Korkmaz li Lubnanê bi Rêber Abdulla Ocalan re civiya û 2 caran jî di 1993ˊyan de li Helebê di civîna gel de Rêbertî dît.

Sultanê diyar kir ku beşdarên civînê li Rêber Abdullah Ocalan guhdar kirin û Rêber Abdullah Ocalan ji beşdaran pirsiyar kir ku ger yek ji we poşmam bûye ku kur an keça xwe tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bûye yan na, bersiv na, bû. Ji ber ku wan di axaftina Rêbertî de bawer kir ku rêya rast û fikra rast gihandina azadiyê ye û divê kes bi hebûna Rêbertî ve neyên girêdan, lê bi xwîna şehîdan û axê ve were girêdan. Sultanê gotina Rêbertî bi bîr xist û wiha got: "Min ev felsefe û fikr belav kir û divê hûn îxanetê li fedakariyên şehîdan nekin."

ˊGIRÊDANA BI RÊBERTÎ VEˊ

Girêdana Sultanê bi tevgera azadiya Kurdistanê ve, piştî gotinên Rêbertî yên li ser tevgerê, zêde bû. Ji lew re Sultanê rê li pêş kurê xwe vekir ku tev li tevgerê be, ji ber ku bawer bû gihandina azadiyê bi têkoşîna li nava tevgera azadiyê ye û bawer kiribû ku Rêbertî hişt gel serî hilde û rizgar be.

Piştî hevdîtina Sultanê bi Rêber Abdullah Ocalan re di oxira tevgera rizgariya Kurdistanê de xebitî, alîkarî kom kirin û dûre di nava Meclisa Malbatên Şehîdan de xebitî.

Henîfe Dawûd dayika şehîd Hec Mûs (Ebdîn Hemze) li Akademiya Mahsûm Korkmaz bi Rêber Abdullah Ocalan re civiya, lê dema pê re civiya nayê bîra wê, tenê hin dîmen di bîra wê de mane; ji wan jî divê gel di oxira parastina hebûn û nasnameyê de berxwedanê raber bikin.

Henîfe dev ji dozê berneda û bi hemû enerjiya xwe hewl da karên têkoşerên tevgera azadiya Kurdistanê li gundê xwe yê Hac Xelîl ê girêdayî navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî bimeşîne; lê ruxmî astengiyên hêzên hikumeta Şamê alîkarî kom kirin û deriyê mala xwe li pêş fermandarên tevgerê vekir.

(şx-fr)

ANHA