Li Quneytirayê ‘sîxurekî hikumeta Şamê’ hate kuştin

Çekdarên nenas kesek bi tawana ku sîxurî ji Firqeya Çaran re dikir, li Quneytirayê kuşt.

 Li Quneytirayê ‘sîxurekî hikumeta Şamê’ hate kuştin
25 mijdar, 2024   15:10
NAVEDA NÛÇEYAN

Li ser rêya di navbera Jubata El Xeşeb û Xan Erneba ya li gundewarên Quneytirayê ya Sûriyeyê, li nêzîkî sînorê Golanê, kesekî ku dihate tewanbarkirin ku sîxuriyê ji Firqeya Çaran a hikumeta Şamê re dike, bi destê çekdarên nenas hate kuştin.

Li gorî SOHR`ê kesê hatiye kuştin bi navê “Goro” tê naskirin û têkiliyên wî bi berpirsên Firqeya Çaran re hebûn.