Li Qûdsê êrîş: 4 kes mirin, 15 kes birîndar bûn

Li taxa Ramotê ya Qûdsê di êrîşeke çekdarî de ya li hemberî otobusekê hate kirin, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.

Li Qûdsê êrîş: 4 kes mirin, 15 kes birîndar bûn
8 îlon, 2025   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN 

Tîmên tenduristiyê yên Magen David Adom (MDA) diyar kirin ku di êrîşê de 4 mêr mirin ku 3 ji 30 salî, yek jî 50 salî bû.

Hate ragihandin ku pênc ji birîndarên rewşa wan giran rakirin nexweşxaneyê, yên ji ber parçeyên camê birîndar bûn jî li cihê bûyerê hatin dermankirin.

Li gorî şahihan, di dema êrîşê de êrîşkar ketin hundirê otobusekê, xwe weke wezîfedarên ewlekariyê dan naskirin û gule reşandin.

Polîsan diyar kirin ku êrîşkar hatine bêbandorkirin û hêzeke zêde ya ewlekariyê ji herêmê re hatiye veguhestin. Rêyên ber bi herêmê ve hatin girtin.