DFGê Rojnameger Nûjiyan Erhan bibîranî

DFGê Rojnameger Nûjiyan Erhan a bi destê Pêşmergeyên Roj ku girêdayî PDKê ye, birîndar bûye û di 22yê Adara 2017an de jiyana xwe ji dest daye bi peyamekê bi bîr anî.

DFGê Rojnameger Nûjiyan Erhan bibîranî
22 adar, 2026   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê di bi boneye salvegera qetilkirina wê Rojnameger Nûjiyan Erhan bi peyamekê ya li ser hesaba xwe ya medya dijîtal bibîranî. DFGê di peyama xwe de ev tişt gotin: “Em rojnamevan Nûjiyan Erhan a ku di 3yê Adara 2017an de li Şengalê di êrîşa “Pêşmergeya Roj” a girêdayî PDKê de li ser bajarokê Xanesorê hate birîndar kirin û di 22yê Adarê de jiyana xwe ji dest dayî bi rêzdarî bi bîr tînin.”

‘Têkoşîna wê dê di kevneşopiya çapemeniya azad de bijî’

Em Nûjiyan Erhan di salvegera kuştina wê de bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Têkoşîna wê ya ji bo rastiyê dê di kevneşopiya çapemeniya azad de bijî. Penûs, kameraya wê û berxwedana wê dê rêberiya rojnamevanên ku li pey rastiyê ne bikin. Em bi rêzdarî li ber bîranîna Nûjiyan Erhan ditewînin û soza xwe ya ji bo berfirehkirina têkoşîna ji bo rastiyê dubare dikin.”