Li Qendîlê şeva Newrozê

Li Binarê Qendîlê ku wê îro pîrozbahiya Newrozê were lidarxistin û çavek Kurdistan û cîhanê li wir e jî, şevê din bi meşa meşaleyî, dirûşm û govendê dîmenên rengîn derketin kolê. 

Li Qendîlê şeva Newrozê
21 adar, 2024   10:40
QENDÎL

Bi hezaran welatiyên ku ji pîrozbahiya Newrozê ji bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê ji duh ve hatine Qendîlê, bi meşaleyan meşiyan û ji bo Rêber Ocalan azadî xwestin.

Komek endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê bi meşaleyên xwe heya serê çiyayê Qendîlê meşiyan û bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” qêriyan.

Heya danê siharê li Qendîlê Agirê Newrozê pêk ket, govend hate gerandin û stran hatin gotin.

Li gorî plansaziyê pîrozbahiya fermî wê saet di 12.00’an de bi tevlîbûna hezaran kesî destpê bike. Wê di pîrozbahiyê de peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ya bi dîmen û gelek peyamên din jî werin guhdar û temaşekirin.

Her wiha dê gelek hunermend jî derkevin ser dikê.