Amed diherike qada Newrozê

Li Amedê bi hezaran kes ji çar aliyan ve bi daxwaza azadiya fizikî ya ya Rêber Abdullah Oclan berê xwe didin qada Newrozê ku çavê hemû Kurdistan û cîhanê lê ye. 

Amed diherike qada Newrozê
21 adar, 2024   10:26
AMED

Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê pîrozbahiyên Newroza 2024’an ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye" tên lidarxistin û starta wê 15’ê Adarê hatibû dayîn, îro li Amedê digihîjin lûtkeyê. 

 Amed ji bo Kurdistan, têkoşîna azadiyê û siyaseta herêmê xwedî cihekî girîng e. Lewma çavê hemû Kurdistan û cîhanê wekî her sal li Newroza Amedê ye. Ji ber vê yekê îro tenê li Amedê pîrozbahî heye. 

Wekî her sal, îsal jî navnîşana Newrozê Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê ye. Ji serê sibehê ve

bi hezaran kes ji çar aliyên bajar ber bi Parka Newrozê ve ketin rê. Li ber deriyên ketina qadê yên li Çerxêreya Qamişloyê, Cadeya Newrozê û Taxa Bagcilarê qelebalaxiyên mezin çêbûn. Mêvanên ji derve hatin û rojnameger ji deriyê protokolê ketin qadê.

 Girseya ku namzetên hevşaredariyê yên navçeyan ên DEM Partiyê jî di nav de bû, beriya pîrozbahiyê li noqteyên cuda yên bajar hatin gel hev û govend gerandin. Gelek welatî bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li pîrozbahiyê dibin. 

Welatên Ewropayê jî di nav de, ji çar aliyên cîhanê bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê dibin. Her wiha ji gundên girêdayî bajar jî bi hezaran kes di saetên serê sibehê de hatin qadê. 

Li gelek deverên bajar û kolanan dirûşmeyên "Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” bilind dibin.

 Herikîna ber bi qadê ve didome û tê payîn ku bername demek şûnde dest pê bike.