Li Laziqiyê kesên nenas gule li rojnamevanekê û bavê wê barandin

Li gundê Demserxo yê bajarê Laziqiyê kesên nenas bi ser mala rojnamevan Betûl Elî û bavê wê de girt, gule li wan barandin.

Li Laziqiyê kesên nenas gule li rojnamevanekê û bavê wê barandin
5 cotmeh, 2025   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva berê kesên nenas li ser rêya El Muthelêq El Şîmalî ya li herêma Demserxo ya bajarê Laziqiyê bi ser mala rojnamevana Sûriyeyî Betûl Elî û bavê wê Semîr Elî de girt û gule li wan barandin.

Li gorî agahiyan, kesên nenas bi 4 erebeyan bi ser mala rojnamevan Betûl Elî ya li ser rêya El Mutehelêq El Şîmalî de girt, gule li wê û bavê wê barandin û reviyan.

Çavkaniyan jî da zanîn ku rojnamevan û bavê wê bi giranî birîndar bûn û rakirina nexweşxaneya "El Seyide" û hatin emeliyetkirin.

Wezareta Hundirîn a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê jî heta niha der barê bûyerê de tu daxuyaniyek nedaye.

(fr)