Li Qamişloyê semînera "Taybetmendiya Kurdî di navbera têgeh û pêkanînê de"

HRRKˊê bi sernavê "Taybetmendiya Kurdî di navbera têgeh û pêkanînê de" bi amadebûna rewşenbîr, nivîskar û eleqedarên rewşenbîriyê semînerek li navenda xew ya Qamişloyê organîze kir.

Li Qamişloyê semînera "Taybetmendiya Kurdî di navbera têgeh û pêkanînê de"
Li Qamişloyê semînera "Taybetmendiya Kurdî di navbera têgeh û pêkanînê de"
Li Qamişloyê semînera "Taybetmendiya Kurdî di navbera têgeh û pêkanînê de"
Li Qamişloyê semînera "Taybetmendiya Kurdî di navbera têgeh û pêkanînê de"
Li Qamişloyê semînera "Taybetmendiya Kurdî di navbera têgeh û pêkanînê de"
Li Qamişloyê semînera "Taybetmendiya Kurdî di navbera têgeh û pêkanînê de"
Li Qamişloyê semînera "Taybetmendiya Kurdî di navbera têgeh û pêkanînê de"
27 hezîran, 2026   22:54
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê bi sernavê "Taybetmendiya Kurdî di navbera têgeh û pêkanînê de" bi amadebûna rewşenbîr û nivîskaran semînerek da.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî yê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî li ser peymana 29ˊê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de bi taybet jî li ser taybetmendiyên herêmên Kurdan axivî.

Mihemed Elî di destpêka axaftina xwe bal kişand ser hejmarek dozên bingehîn weke rewşa Sûriyeyê bi giştî, rewşa Kurdan bi taybet û diyar kir ku Sûriye ketiya qonaxeke nû û pêdiviya wê bi xêzkirina siyasetên li gorî guhertinên heyî re heye.

Mihemed Elî anî ziman ku ji serxwebûna Sûriyeyê ve ev cara yekemîn e ku di navbera desthilata navendî û herêmekê de peymanek pêk tê.

Têkildarî zihniyeta rejîmê ya li ser bingeha dûrxistin û pêkanîna yekrengî Mihemed Elî got peymana 29ˊê Çileyê klît û hîma bingehîn a derbaskirina vê zihniyeta serwer e û bi wê re Sûriye dibe ji bo hemû netewe û pêkhateyan.

Mihemed Elî da zanîn ku peyman ne tê wateya teslîmbûyîn an j paşdeçûna Rêveberiya Xweser û amaje bi xwezaya herêmê û pergala wê ya dişibe û nêzî pergala federaliyê ye û got ji ber guhertina hevkêşeya navneteweyî û bandorbûna derve li ser Sûriyeyê ligel hebûna Amerîkayê li Şamê rewş hat guhertin.

Hevserokê Nivîsgeha MSDˊê destnîşan kir ku guhertina hevkêşeya li Sûriyeyê peymana ku di navbera her du aliyan de, bi rêya pêvajoya entegrasyona demokratîk hatiye çêkirin, dihewîne. Hesen Mihemed Elî di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên nû yên ku li herêmê têne şopandin, weke dûrketina ji pergala navendî û federal û destnîşan kir ku pergal ber bi dayîna desthilatên mezintir ji rêveberiyên herêmî ve diçe.

Di dawiyê de Hesen Mihemed Elî behsa girîngiya peymanê li gorî deverên Kurdan kir û îşaret bi taybetmendiyên leşkerî û îdarî, qezenckirina rewabûna fermî ji bo Rêveberiya Xweser û QSDˊê kir.

(fr)

ANHA