Li Qamişloyê semînera "cesaret û rexne"

Li Qamişloyê Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê bi amadebûna hejmarek rewşenbîr, nivîskar û eleqedarên rewşenbîriyê semînerek têkildarî "cesaret û rexne" da.

Li Qamişloyê semînera "cesaret û rexne"
8 hezîran, 2026   21:34
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê îro bi sernavê "cesaret û rexne" li Parka Xwendinê ya Qamişloyê, bi amadebûna hejmarek rewşenbîr, nivîskar û eleqedarên rewşenbîriyê semînerek da.

Semîner bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre nivîskar û mamosteyê pêşketina rewşenbîriyê Hecar Mela Şehmo li ser têgeha rexne û têkiliya wê bi cesaretê re axivî.

Şehmo diyar kir ku pêdiviya rexneya rast bi "zimanê analîzeyê û alavên avakirinê" heye û destnîşan kir ku piranî civak rexneyê bi êşandinê û biçûkxistina kesê hemberê ve girê didin, tevî ku armanc pêşxistin û dîtina kêmasiyan e.

Di dewama axaftina xwe de Şehmo anî ziman ku cesaret bi hêza bikaranîna rexneyê bi awayekî berpirsiyarane ve girêdayî ye û girîngî da xwetêgihîştinê û xwerexnekirin çi di asta civakî yan jî saziyane de dibe.

Di dawiyê de Hecar Mela Şehmo bal kişand ser girîngiya rexneyê di hundirê saziyan de ji bo pêşxistina xebatê û başkirina performansa wê û got di navbera rexne, cesaret û kesê di civakê de aktîv e girêdaneke xurt heye.

(fr)

ANHA