Yekitiya Suryanî: Em pabendî parastina mafên gelê xwe ne

Partiya Yekitiya Suryanî damezrandina partiyê li gelê Xiristiyan pîroz kir û diyar kir ku ew ê ji bo pêkanîna armancên xwe yekitiya gelê Xiristiyanî û hêzên wê yên siyasî xurt bikin, da ku rola wê di avakirina Sûriyeya pêşerojê û diyarkirina çarenûsa wê de xurt be.

Yekitiya Suryanî: Em pabendî parastina mafên gelê xwe ne
1 cotmeh, 2025   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Suryanî bi boneya salvegera damezrandina xwe ya 20ˊemîn daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Partiya Yekitiya Suryanî de hat gotin ku 1ˊê Cotmeha 2005ˊan damezrandina Partiya Yekitiya Suryanî hat ragihandin ku ji bo gelê Suryanî-Asûrî bibe çirûka hêviyê. Ji ber gelê Suryanî bi salên dirêj rûbirûyî zordarî, paşguhkirinê ma û ji xaka xwe ya dîrokî ya Bêt Nahrên hat koçberkirin. Ev gewdeya Suryanî ji ber peymanên navneteweyî yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn parçe bû.

Partiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku damezrandina wê digel vê rewşa zehmet de weke redkirina vê yekê û parastina mafên neteweyî û niştîmanî hat.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku di salvegera partiyê ya yekemîn a piştî hilweşîna rejîma Esed de ku li pêş hêviyên gelê wê û gelê Sûriyeyê bûbû astegiyeke mezin, partiyê da zanîn ku ew ê ji bo pêkanîna armancên xwe xebatên xwe bidomînin, yekitiya xiristiyan û hêzên wê yên siyasî xurt bikin, da ku di avakirina Sûriyeya pêşerojê û diyarkirina çarenûsa wê de bibe xwedî roleke mezin.

Partiyê destnîşan kir ku Sûriye îro di qonaxa pêvajoya veguhêz re derbas dibe, xerabî û wêraniya ji ber şer weke mîras wergirt, mozaîka wê ya civakî hat parçvekirin, nebawerî di nava pêkhateyan de hat belavkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de damezrandina partiyê li tevahî endam û hevrêyan hat pîrozkirin û hat gotin: "Bi saya hewl û vîna we ya xurt, me karî ji nû ve doza gelê xwe yê Suryanî-Asûrî vejanda û êdî hûn ji bo pêşxistina wê bûn jêdera hêviyê. Hûn me ber bi yekitiyê ve dehf didin armancên xwe yên neteweyî û niştîmanî û avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî, pêk bînin."

(fr)