Li Qamişloyê şanoya ʹYê ku nayêʹ

Li bajarê Qamişlo bi navê ʹYê ku nayêʹ ku balê dikişîne ser rewşên lawazbûna kesayetî û têkçûyînê û hêviyê hat pêşkêşkirin.

Li Qamişloyê şanoya ʹYê ku nayêʹ
Li Qamişloyê şanoya ʹYê ku nayêʹ
Li Qamişloyê şanoya ʹYê ku nayêʹ
Li Qamişloyê şanoya ʹYê ku nayêʹ
Li Qamişloyê şanoya ʹYê ku nayêʹ
Li Qamişloyê şanoya ʹYê ku nayêʹ
Li Qamişloyê şanoya ʹYê ku nayêʹ
Li Qamişloyê şanoya ʹYê ku nayêʹ
Li Qamişloyê şanoya ʹYê ku nayêʹ
25 îlon, 2024   21:28
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya kantona Cizîrê bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîran re vê êvarê li hola Parka Xwendinê ya Qamişlo şanoyek pêşkêş kir. Di çalakiyê de rewşenbîr û hezvanên şanoyê beşdar bûn.

Aktorên şanoya ku nivîskarê şanogeriyê yê Sûriyeyî yê koçkirî Riyad Esmet e, hunermend Ebdulcabir Hebîb û Ebdulmecîd Xelef bûn.

Çîroka şanoyê li ser 2 kesên nediyar in. Her wiha şano li ser rûbirûbûn û revê, bedbînî, neyênî, neyeqînkirin û lawaziya vînê ye. Lê di nava xwe de peymana hêviyê û çawaniya sekna li hember êşan, devberdana rewşên lawaztiya kesayetî, têkçûyîn û hilweşîna derûniyê hildigire.

(fr)

ANHA