Şêniyên kantona Cizîrê: Em li dijî hevkariya PDK’ê ya bi artêşa dagirker re ne

Şêniyên kantona Cizîrê hevkariya PDK'ê ya bi artêşa Tirk a dagirker re şermezar kir û destnîşan kir ku ew ê li hemberî wê bisekinin.

Şêniyên kantona Cizîrê: Em li dijî hevkariya PDK’ê ya bi artêşa dagirker re ne
26 îlon, 2024   05:10
QAMIŞLO

Li hemberî siyasetên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hevkariya wê bi artêşa Tirk a dagirker re ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê, bertekên şermezarkirinê yên şêniyan didomin.

Şêniyên kantona Cizîrê ev hevkarî şermezar kir û destnîşan ki ku ew ê li hemberî wê bisekinin. Welatiyê bi navê Ednan Kalo yê ji bajarê Dirbêsiyê got: "Xayîn di êrişên Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û tevgera azadiya Kurdistanê li çiyayan de, hevkar in. Ev êriş ne tenê li dijî parçeyekê, ew li dijî her 4 parçeyên Kurdistanê ne. Armanc ji êrişan tunekirina çand û dîroka gelê Kurd ê Kurdistanê ye.”

Kalo diyar kir ku ew êriş ne tiştekî nû ne, ji sedan sal ve dewleta Tirk a dagirker dijminê gelê Kurd e û hewl dide wî tune bike û got: “Hevkariya PDK'ê bi faşîzma Tirk re vedigere sala 1991'an. Di salên dawîn de hevkariya wan eşkere bû û ev jî ji bo doza Kurdî ne baş e. Dema ku birayê te bibe destek ji dijminê te re, ev dibe xiyaneta herî mezin.”

Kalo bang li gelê Kurd kir ku li hemberî xiyanetê helwesteke cidî nîşan bide û asta têkoşîn û berxwedanê li hemberî dijminên Kurdistanê bilind bike û got: “Dijmin dijmin e, her tim ew êriş dike, ev yek naskirî ye. Lê belê xiyaneta PDK'ê û hevkariya wê ji ber berfirehkirina dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê qet nayê qebûlkirin. Dagirkerî gundan û sermiyanên sivîlên Kurd talan û wêran dike, tam wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.”

Welatiya bi navê Cîhan Ehmed a ji bajarê Amûdê hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriya Tirk re şermezar kir û got: “Her çi qas Tirkiye bi çek û teknîkên modern, balafir û çekên kîmyewî yên qedexekirî êriş bike, dîsa jî ew nikare tevgera azadiya Kurdistanê têk bibe.”

Cîhan Ehmed diyar kir ku hevkariya PDK'ê ya di aliyê îstixbaratî de bi dagirkeriya Tirk re xiyaneteke mezin e û got: "PDK'ê bi van kiryaran xwe, welatê xwe û gelê xwe firot dijmin."

'GERÎLA MAFÊN TEVAHIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN DIPARÊZE'

Welatiyê bi navê Remedan Fetah ê ji bajarê Hesekê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dizane ku çiyayên Kurdistanê xeta pêşîn a parastina Başûrê Kurdistanê û Rojhilata Navîn e, ji ber wê ew çek û teknîkên pêşketî bi kar tîne.

Fetah got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide xewnên xwe yên împeratoriya Osmanî vejîne. Ên ku li hemberî vê planê disekinin gerîla ne. Wan hemû projeyên dagirkeriyê û teknîkên pêşketî, têk birin.”

Fetah diyar kir ku xiyaneta PDK'ê rê li ber hêviyên Kurdan ên ku li hemberî zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin, digire û got: “Gerîla ne tenê gelê Kurd, her wiha ew mafên tevahiya gelên Rojhilata Navîn diparêze. Dîroka dewleta Tirk jî bi komkujiyên li dijî gelên Rojhilata Navîn tijî ye.”

Fetah di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku eger dewleta Tirk a dagirker planên xwe pêk bîne tiştek bi navê Başûrê Kurdistanê namîne, pergala Kurdî ya li wir ê were hilweşandin û metirsî dê bigihîje Iraq, Sûriye û Rojhilata Navîn û ew ê werin dagirkirin û maf û destkeftiyên gelê Kurd werin tunekirin û got: “Pêwîst e em bangên xwe bilind bikin da ku PDK li xwe vegere û ji xeta xiyanetê derkeve.”

(mh)

ANHA