Li Qamişloyê Roja Sendroma Downê hat pîrozkirin

Rêxistina Nûdem a Astengdaran bi boneya Roja Sendroma Downê şahiyek li dar xist.

Li Qamişloyê Roja Sendroma Downê hat pîrozkirin
19 adar, 2024   13:31
QAMIŞLO

Rêxistina Nûdem a Astengdaran bi boneya Roja Sendroma Downê (21’ê Adarê) li navenda xwe ya li taxa Kurnîş a Qamişloyê şahiyek li dar xist.

Malbatên zorêkên astengdar û endam rêvebirên saziya Nûdem beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de berdevka Rêxistina Nûdem Davyan Mehmûd axivî ev roj pîroz kir.

Di şahiyê de lîstok hatin lîstin, dîlan hat gerandin û xelat hatin dayîn.

Bi minasebeta vê rojê Rêxistina Nûdem li Hesekê, Heleb û Şehbayê jî pîrozbahî li dar xistin.

(bs)