Li Minbicê Newrozê tê pîrozkirin

Li kantona Minbicê Neworz bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" tê pîrozkirin.

Li Minbicê Newrozê tê pîrozkirin
Li Minbicê Newrozê tê pîrozkirin
Li Minbicê Newrozê tê pîrozkirin
Li Minbicê Newrozê tê pîrozkirin
Li Minbicê Newrozê tê pîrozkirin
Li Minbicê Newrozê tê pîrozkirin
19 adar, 2024   13:21
MINBIC

Bi hezaran şêniyên kantona Minbicê Newrozê li Çiyayê Tewq El Xelîl ê başûrê bajarê Minbicê pîroz dikin. 

Qada pîrozbahiyê bi pankartên “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî", wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û yên şehîdên azadiyê hatiye xemilandin. Pêkhateyên Minbicê; Ereb, Kurd, Ermen û Tirkmen bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûne.

Meşaleya Newrozê li gel stranên şoreşgerî û dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin.

Di pîrozbahiyê de dê axaftina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê û saziyên civaka sivîl hebin. Her wiha dê pêşandanên çandî û hunerî werin lidarxistin.

(bb)

ANHA