Li Qamişloyê meşa ji bo bîranîna şehîd Bîşeng û şehîd Sara

Ciwan û şêniyên Qamişloyê ji bo bîranîna şehîd Bîşeng Birûsk û şehîd Sara Hogir Riha daketin qadê. Di meşê de sloganên “PKK rûmeta me ye” hatin berzkirin.

Li Qamişloyê meşa ji bo bîranîna şehîd Bîşeng û şehîd Sara
Li Qamişloyê meşa ji bo bîranîna şehîd Bîşeng û şehîd Sara
Li Qamişloyê meşa ji bo bîranîna şehîd Bîşeng û şehîd Sara
Li Qamişloyê meşa ji bo bîranîna şehîd Bîşeng û şehîd Sara
Li Qamişloyê meşa ji bo bîranîna şehîd Bîşeng û şehîd Sara
Li Qamişloyê meşa ji bo bîranîna şehîd Bîşeng û şehîd Sara
Li Qamişloyê meşa ji bo bîranîna şehîd Bîşeng û şehîd Sara
28 sibat, 2024   13:58
QAMIŞLO

Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Qamişloyê ji bo bîranîna endamên Komîteya Ciwanan a PKK`ê şehîd Bîşeng Birûsk û şeîhd Sara Hogir Riha meşek li dar ket.

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK`ê Bîşeng Birûsk û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan-Komalên Ciwan Sara Hogir Riha, di 28`ê Tîrmeha 2023`yan de di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbûn.

Meş bi tevlêbûna şêniyên Qamişloyê, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji Çerxerêya El Şerq a li Qamişloyê dest pê kir, meşvanan wêneyên şehîd Bîşeng Birûsk û Sara Hogir Riha hildan.

Meşvan gihaştin ber Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan. Li wir piştî guhdarkirina li axaftinên her du şehîdan, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarê Qamişlo Şêrhat Ehmed axivî û destnîşan kir ku şehîd Bîşeng Birûsk û Sara Hogir Riha xebat li gel wan meşandine û ew wan ji bo gelan pêşeng dibîne û wiha got: “Di fikra dijmin de ku em ê bê moral bimînin, em moralê xwe ji qehremantiya şehîdên xwe dikirin, em ji rêya wan venagerin.”

Meş bi sloganên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(sb)

ANHA