3 endamên Hêzên Sotoro di êrişa li Dêrikê de şehîd bûn 

Navenda Fermî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Dêrikê de 3 endamên hêzên Sotoroyê şehîd bûne.

3 endamên Hêzên Sotoro di êrişa li Dêrikê de şehîd bûn 
28 sibat, 2024   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker vê sibê 4 erebe li Dêrikê hedef girtin.

Têkildarî êrişê, malpera fermi ya Meclisa Leşkerî ya Suryan ragihand ku di êrişê de 3 endamên hêzên Sotoroyê şehîd bûne.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne: Şerbêl Neîm Salîba, Cemîl Hena Hena û Mizefar Mihemed Mihemed.

Her wiha meclisê diyar kir ku 2 endamên din ên bi navên Corc Şîmo Yuhena û Danî Semîr Xelef birîndar bûn.

(şx)

ANHA