Hesabê Banka Navendî ya Sûriyeyê ji nû ve li New Yorkê hat aktîvkirin

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack da zanîn ku Serok Donald Trump "soza xwe pêk anî", ji ber ku "hesabê Banka Navendî ya Sûriyeyê ji sala 2011ˊan vir ve cara yekem ji nû ve hatiye aktîvkirin."

Hesabê Banka Navendî ya Sûriyeyê ji nû ve li New Yorkê hat aktîvkirin
11 adar, 2026   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack daxuyand ku îro ji nû ve hesabê Banka Navendî ya Sûriyeyê li Banka Rezervê ya Federal a New Yorkê hatiye aktîvkirin.

Barrack di postek li ser platforma Xˊa xwe de got, "Serokê Amerîkayê Donald Trump soza xwe ya dayîna şansekê ji Sûriyeyê re pêk aniye û hesabê Banka Navendî ya Sûriyeyê li Banka Rezervê ya Federal a New Yorkê ji sala 2011ˊan vir ve cara yekem ji nû ve hatiye aktîvkirin."

Barrack, "Pêşketin û hevahengiya girîng di navbera hikumeta Sûriyeyê û Amerîkayê de encamên berbiçav nîşan dide."

(fr)