Li Qamişloyê hevdîtina eşîrî; banga hevgirtin û biratiyê hat kirin

Di hevdîtina eşîrî ya li gundewarê Qamişloyê de mîrê şêxên êla Tey a Erebî diyar kir ku pêwîstî bi xurtkirina têkiliyên hezkirin û biratiyê di navbera pêkhateyên herêmê de û xurtkirina yekitiyê heye.

Li Qamişloyê hevdîtina eşîrî; banga hevgirtin û biratiyê hat kirin
Li Qamişloyê hevdîtina eşîrî; banga hevgirtin û biratiyê hat kirin
Li Qamişloyê hevdîtina eşîrî; banga hevgirtin û biratiyê hat kirin
Li Qamişloyê hevdîtina eşîrî; banga hevgirtin û biratiyê hat kirin
Li Qamişloyê hevdîtina eşîrî; banga hevgirtin û biratiyê hat kirin
19 hezîran, 2026   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Mîrê şêxên êla Tey Mihemed Ebdurezaq di hevdîtina eşîrî ya berfireh a li mêvanxaneya wî ya li gundê Cirmuz ê girêdayî Qamişloyê de bang li rûspiyên êlê kir ku têkiliyên hezkirin û biratiyê di nava xelkê herêmê de xurt bikin, bi ruhê berpirsiyariya hevbeş ji bo parastina yekitiyê û rûniştandina nirxên hevkarî û hevgirtinê di nava pêkhateyên civakê de bixebitin.

Alîkarê Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Herêma Rojhilat Sîpan Hemo, Rêveberê Ragihandina Leşkerî Helezwar Mîtanî û Fermandarê Lîwaya Qamişlo Luqman Xelîl beşdarî civînê bûn. Di civînê de rewa giştî ya herêmê û rêbazên xurtkirina ewlehî û aramiyê hatin nîqaşkirin.

Di civînê de şêxên êla Tey hejmarek pêşniyar û fikrên bi armancên piştgiriya hewldanên fermandarên leşkerî di parstina aştiya navxweyî û xurtkirina aramiyê de kirin û diyar kir ku berdewama hevrêziyê di nava saziyên leşkerî, kesayet û aliyên civakî û leşkerî de di rûbirûbûna astengiyên heyî de, xurtkirina ewlehî û ewlebûnê de dibe alîkar.

(fr)