Li Stenbolê amadekariyên Mitînga Azadiyê dest pê kirin

Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê ji bo Mitînga Azadiyê li gelek navçeyên Stenbolê çalakî li dar xist û gel vexwend mitîngê.

Li Stenbolê amadekariyên Mitînga Azadiyê dest pê kirin
19 hezîran, 2026   21:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Dê di 27ˊê Hezîranê de li Wan û Mersînê, 28ˊê Hezîranê jî li Amed û Stenbolê ji bo azadiya fizîkî ya RêberAbdullah Ocalan Mitînga Azadiyê bên li darxistin. Li Stenbolê amadekariyên mitîngê dest pê kir.

Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê ji bo gel vexwendîne mitîngê li navçeya Fatîhê, Kagithane, Kadikoy û Baxcilarê çalakî li dar xist. Li taxa Gultepeyê ya navçeya Kagithaneyê û Bazara Findikzadeyê ya navçeya Fatîhê belavok hatin belavkirin. Li navçeya Kadikoyê stand hate danîn û li taxên Fatîh û Yenîmahalleyê yên navçeya Baxcilarê bi erbane, cil û bergên Kurdî belavok hatin belavkirin.