Çalakiya greva birçîbûnê ya li Dirbêsiyê bi dawî bû

Şêniyên navçeyên Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê di dawiya çalakiya greva birçîbûnê de destnîşan kirin ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erka her kesî ye û banga berxwedanê li hember êrişan kirin.

25 kanûn, 2023   17:49
HESEKÊ

Şêniyên navçeyên Til Temir û Zirganê tev lê greva birçîbûnê bûn ku li Qada Jina Ciwan a li navçeya Dirbêsiyê destpê kiribû.

Di çalakiyê de endamê Nivîsgeha Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Sûriyeyê Nazim Derwîş axivî û ji bo parastina destkeftiyan bang li mezinkirina têkoşîn û berxwedanê kir.

Endamê Meclisa Navçeya Til Temirê Hesen Şiblî wiha axivî: "Tecrîd û hedefgirtina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hovîtiya dewleta Tirk a dagirker nîşan dide û berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e."

ŞIblî bang li rêxistinên hiqûqî kir ku bêdengiya li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, bidawî bikin.

Endama Kongra Star a Til Temirê Nalîn Seydo jî destnîşan kir ku rêya azadiyê wê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bike.

Endamê Meclisa Navçeya Zirganê Silêman Bero axivî û got: "Li dijî Rêber Abdullah Ocalan, tecrîdeke derexlaqî heye ku bi armanca têkbirina fikrê netewa demokratîk e."

Endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) li navçeya Til Temirê Adil Hemad jî soz da ku têkoşînê li ser şopa şehîdan û fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin.

Di dawiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Nûr Ebas daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Kantona Cizîrê xwend. Di daxuyaniyê de teqezî bi berdewamkirina têkoşînê û berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate dayîn.

(şx)

ANHA