Li Qamişloyê buhayê mirîşkan zêde bûye

Li sûka bajarê Qamişlo buhayê mirîşkan zêde bû û pê re jî hejmara mirîşkên ku tên firotin kêm bûye, ev yek di demekê de ku lêçûna berheman, qutbûna kehrebeyê, bilindbûna rêjeya germahiyê û belavbûna nexweşiyan derdikeve holê. Xwediyê çewilkên mirîşkan jî destnîşan kirin ku sedemên navborî hiştine ku zirarên mezin bibînin û berhemdayîn kêm bibe.

Li Qamişloyê buhayê mirîşkan zêde bûye
Li Qamişloyê buhayê mirîşkan zêde bûye
Li Qamişloyê buhayê mirîşkan zêde bûye
Li Qamişloyê buhayê mirîşkan zêde bûye
Li Qamişloyê buhayê mirîşkan zêde bûye
Li Qamişloyê buhayê mirîşkan zêde bûye
26 tîrmeh, 2026   11:51
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ALO

Di vê demê de buhayê mirîşkan li sûka bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê bilind bûye, li gorî agahiyên xwediyê çewlikên mirîşkan û bazirganên mirîşkan buhayê yek ton mirîşk bûye zêdetirî hezar û 200 dolarî, kîloyek mirîşkê neserjêkirî di navbera 37-38 hezar lîreyê sûrî ye.

Karmendên sektora çewilkên mirîşkan diyar dikin ku ji ber bilindbûna buhayê berhemdayîna mirîşkan, qutbûna kehrebeyê û bilindbûna rêjeya germahiyê, her wiha belavbûna nexweşiyan hejmara mirîşkan li sûkan jî kêmbûye.

Der barê mijarê de karmendekî çewilka mirîşkan li bajarê Qamişlo Mihemed Selûm ji ajansa me re da zanîn ku bilindbûna êmê ajalan û qutbûna kehrebeyê hiştiye ku hejmareke mezin ji çêçikan bimirin, li kêlek wê gelek jî di encama belavbûna nexweşiyan di werzê havînê de mirin.

Her wiha diyar kir ku ew çêçikan ji derveyî herêmê tînin, hinek nexweşiyên wan ê genetîk hene û hinek jî tenduristiya wan ne baş e, ev dihêle ku lêçûna dermankirinê zêde bibe. Rêjek mezin ji wan dimirin û carnan ji nêvî zêdetir dimirin.

Xwediyê şîrketeke firotina mirîşkan Fîras Beşîr jî destnîşan kir ku xwediyê çewilkan di 5 mehên dawî de zirarên mezin dîtin, buhayê toneke mirîşk gihîştiye derdora hezar û 200 dolarî.

Fîras Beşîr da zanîn ku bilindbûna rêjeya germahiyê di werzê havînê de hiştiye ku hejmara mirîşkan li sûkê kêm bibe, ev yekser bando li buhayê wê jî kir, ji ber bilindbûna lêçûna berheman û nexweşiyê xwediyê çewilkan jî nikarin qedereke têrker bidin sûkan.

Beşîr destnîşan kir ku buhayê mirîşkan li herêma Cizîrê ji buhayê wê yê li deverên din ê Sûriyeyê ne cudatire, piraniya sedemê derketina ferqa buhayan vedigere lêçûna veguhestinê. Beşîr texmîn kir ku derdora 15 rojan dê buhayê mirîşkan kêm bibe.

Firoşkarekî mirîşkan Mihemed Hesen diyar kir ku bilindbûna buhayan hiştiye ku tevgera kirînê bi awayeke berbiçav kêm bibe, berê ew 8 qefes difrotin niha ew 4`an difroşe.

Mihemed Hesen da zanîn ku buhayê kîloyek mirîşk di navbera 37-38 lîreyên Sûrî ye, ev buha bare malbatan giran dike.

(sb)

ANHA