Li Derya Xezerê rageşiya Ûkrayna û Îranê

Îranê îdîa kir ku li Derya Xezerê Ûkraynayê êrîşî keştiyeke wan a bazirganiyê kiriye û ragihand ku di êrîşê de deryavanekî wan jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye.

Li Derya Xezerê rageşiya Ûkrayna û Îranê
26 tîrmeh, 2026   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê li gorî agahiyên ji Wezareta Karên Derve ragihand ku sibeha şemiyê li Derya Xezerê êrîş li ser keştiyeke wan a bazirganiyê hatiye kirin û teqînê li keştiyê rû daye.

Îranê diyar kir ku di êrîşê de deryavanekî wan jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Wezarta Karên Derve ya Îranê ragihand ku êriş ji aliyê Ûkraynayê ve hatiye kirin û ev yek weke ‘çalakiyeke êrişkariyê’ ya ‘dijminane’ pênase kir.

Wezaretê diyar kir ku Îran tu carî yekser tevlî şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê nebû û destnîşan kir ku êrîş binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û hişyarî da ku şer dikare li qadeke hîn berfireh belav bibe.

Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy jî roja şemiyê daxuyaniyek da û anî ziman ku li Derya Xezerê wan bi fuzeyên menzîldirêj êrîş birine ser keştiyeke şer û keştiyên bi barê leşkerî ku Îran jî di nav de bû.