'Banga Rêbertî hêviyên gelan ên demokrasî û aştiyê pêk tîne’

Şêniyên bajarê Til Temirê girêdana xwe bi Rêber Abdullah Ocalan ve nîşan da û destnîşan kir ku banga wî ya dawîn banga pêkanîna aştî û demokrasiyê li herêmê ye.

'Banga Rêbertî hêviyên gelan ên demokrasî û aştiyê pêk tîne’
11 adar, 2025   02:40
HESEKÊ
 EBDULXENÎ EL HAMAN

Di 27’ê Sibatê de şandeyeke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji 7 endaman pêk hat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan serdana girtîgeha Îmraliyê kir û bi Abdullah Ocalan re civiyan. Piştî şande ji Îmraliyê vegerî bi civîneke çapemeniyê peyama Rêber Abdullah Ocalan a Aştiyê û Civaka Demokratîk aşkere kir.

Di vê çarçoveyê de ajansa me nêrînên şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtin.

‘RÊBERTÎ JI BO ÇARESERIYA AŞTIYANE Û DEMOKRATÎK TÊ DIKOŞE’

Welatî Îbrahîm Elo ku ji bajarê Serêkaniyê koçber bûye û li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê dimîne got: “Rêber Abdullah Ocalan her tim bi çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka gelê Kurd bawer kir û ji bo vê yekê fedakariyeke mezin kir. Careke din jî îsbat kir ku ew dikare li hemberî hemû guhartinên navneteweyî û herêmî nêrîneke stratejîk ji bo pêkanîna edaletê ji bo tevahî gelan, bi pêş bixe.”

Elo kêfxweşiya xwe bi banga Rêber Abdullah Ocalan anî û girêdana xwe bi wî re nîşan da û got: “Di peyama xwe ya dawîn de, Rêbertî destnîşan kir ku azadiya gelê Kurd li 4 parçeyên Kurdistanê girîngiyeke mezin e, ji ber ku ev gel di encama peymanên navneteweyî de rastî paşguhkirin, bêmafhiştin û înkarkirinê hatiye.”

‘RÊBERTÎ LI ŞÛNA ŞER BANGA ÇARESERIYA SIYASÎ DIKE’

Welatî Nesrîn Selah a ji bajarê Til Temirê got: “Rêbertî banga aştî, azadî û demokrasiyê kir. Ev bang ne tenê ji bo Kurdan e, lê ji bo hemû gelên herêmê ye. Rêbertî dizane ku şer demokrasiyê nayne, ji ber wê jî wî li şûna çareseriya leşkerî nêrîna çareseriya siyasî bi pêş xist.”

‘FIKRÊN RÊBERTÎ BINGEHA TÊKILIYÊN XURT ÊN DI NAV PÊKHATEYAN DE AVA KIR’

Welatî Remo Heyder (65) destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan êdî bûne beşek ji jiyana wî ya rojane û got: “Ji 36 salan ve ez li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan dijîm. Ne tenê di aliyê siyasî de, her wiha di aliyê civakî de jî. Wî ev nirxên jiyana azad di me de çandin û bingeha têkiliyên xurt ên di nav pêkhateyan de ava kir.”

Şêniyan bi gelemperî diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan nexşerêya aştî û demokrasiyê ye û soza şopandina fikrên wî heta pêkanîna azadî û edaletê ji bo hemû gelan, da.

(mh/fr)

ANHA