Li Qamişloyê 2 navendên Asayîşê hatin bombebarankirin

Balafirên dewleta Tirk a dagirker 2 navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ên bajarê Qamişloyê bombebaran kirin.

Li Qamişloyê 2 navendên Asayîşê hatin bombebarankirin
24 cotmeh, 2024   01:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi bejahî û hewayî îro gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girtin. Her wiha bajarê Qamişlo 2 caran bi rêya balafirên bêmirov hat hedefgirtin.

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, balafirên bêmirov cara yekemîn navenda Asayîşê ya li taxa Enteriyê bombebaran kir, her wiha di cara duyemîn de jî navenda Asayîşê ya li taxa Hilko bombebaran kir.

Li heta niha tu agahiyên li ser zirarên û windahiyên canî bi dest neketine.

(fr)