Cara sêyemîn e Kobanê tê bombebarankirin

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker cara sêyemîn e bajarê Kobanê yê kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike.

Cara sêyemîn e Kobanê tê bombebarankirin
24 cotmeh, 2024   01:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker pêleke nû ya êrişên xwe yên bejahî û hewayî li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji bajarê Kobanê dane, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker careke din navenda bajarê Kobanê bombebaran kir. Ev cara sêyemîn e bajar tê bombebaran kirin.

Hemwextî wê liv û tevgera balafirên bêmirov û balafirên şer ên dagirkeriyê li asîmanê herêmê heye.

(fr)

ANHA