Li Qamişlo û Til Temirê civînên têkildarî komploya 9ʹê Cotmehê

PYDʹê li bajarên Qamişlo, Til Temir û gundewarên wan di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de civînên girseyî li dar xistin.

3 cotmeh, 2024   20:42
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li taxa Qenat Siwês a bajarê Qamişlo bi beşdariya xelkê taxê civîneke girseyî li dar xist.

Di civînê de endamê Meclisa Giştî ya PYDʹê Silêman Ereb li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan axivî.

Ereb behsa rêbaza ku Rêber Abdullah Ocalan pê hatiye dîlgirtin kir.

GUNDÊ GIRBAWÎ

PYDʹê li bajarokê Girbawî yê Qamişlo bi beşdairya xelkê bajarok li Dibistana Şehîd Mihemed Elî Mehmûd semînerek da.

Endamê PYDʹê Ebdulkerîm Saroxan semîner bi rê ve bir. Saroxan bal kişand ser siyasetên navneteweyî li dijî gelên Rojhilata Navîn û herêma Mezopotamya, bi taybet pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan.

Saroxan behsa qonaxên têkoşîna tevgera rizgariya Kurdistanê ji destpêka wê heta roja îro kir û bal kişand ser guhartinên li herêmê, piştî binkeftina tevahî komployan ji hêla tevgera rizgariya Kurdistanê.

Saroxan rola Rêber Abdullah Ocalan di hişyarkirin û xurtkirina gelên herêmê bi rêya fikir û pêşniyarên wî yên felsefîk pîroz kir.

TIL TEMIR

PYDʹê li bajarê Til Temirê li gundên Şoniye û Til Hefyan ê rojhilat civîn li dar xistin.

Di civîna li gundê Şoniye de fermandara HPCʹê Dîlan Temir axivî û ji girse re tayên destpêkê yên komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şîrove kirin.

Dîlan behsa mezinahiya pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û serbilindiya xwe bi berxwedana Rêber Abdullah Ocalanr re ku di dirêjahiya 26 salan de raber dike.

Di civîna li gundê Til Hefyan ê rojhilat de, endamê PYDʹê Mihemed Baqî Kotî axivî û behsa têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û projeya wî ya neteweya demokratîk kir.

(fr)

Qamişlo