Li Qamişlo qeza: 5 kes birîndar bûn

Li têketina rojavayê Qamişloyê qezayek bû, di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li Qamişlo qeza: 5 kes birîndar bûn
25 tîrmeh, 2024   22:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji Qamişlo dane, beriya çend kêliyan li têketina rojavayê Qamişlo li nêzî gundê Hîmo qezayek bû.

Nûçegihan anî ziman ku 3 erebe li hev qelibîn û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Her wiha çavkanî diyar kir ku rewşa hin birîndaran giran e û rakirin nexweşxaneyek Qamişloyê.

(fr)