ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-07-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-07-2024
26 tîrmeh, 2024   02:00

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna jiyaneke azad û wekhev armancên wan ên pêşîn in.

Şêniyên Helebê tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şeremzar kir û diyar kir ku ne xiyanet û ne jî tu rêbazên din wê karibin tevgera ku desteka xwe ji gelê xwe digire têk bibin.

Mîna sembola parastina mafê vegerê koçbereke ji Efrînê li pêşiya mala xwe dareke zeytûnê çandiye ku dagirkirina welat ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, bîne bîra malbata xwe.

Xelkê Til Hemîsê sersaxiyê dide malbatê şervanê QSDˊê şehîd Beşar El Fadil, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Firatê li taxa Şehîd Yehya ya Kobanê sersaxiyê dide malbata gerîlayê HPGˊê şehîd Jiyan Rêdûr, sawet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xwendekar û mamosteyên bajarê Kobanê yê kantona Firatê li Goristana Şehîd Dicle ya bajêr şehîd Viyan Amara bi bîr tînin, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê bi diruşma ˊPiştigiryê bidin hunera jinên ciwanˊ pêşangeheke şêwekariyê li Parka 4ˊê Nîsanê ya Hesekê vedike, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)