Li Qamişlo çalakiya bi boneya Roja Azadiya Rojnamevaniyê ya Cîhanê

YRA û Yekitiya Rojnamevaniya Erebî ya Navneteweyî bi boneya Roja Azadiya Rojnamevaniyê ya Cîhanê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de rojnamevan hatin xelatkirin.

Li Qamişlo çalakiya bi boneya Roja Azadiya Rojnamevaniyê ya Cîhanê
Li Qamişlo çalakiya bi boneya Roja Azadiya Rojnamevaniyê ya Cîhanê
Li Qamişlo çalakiya bi boneya Roja Azadiya Rojnamevaniyê ya Cîhanê
Li Qamişlo çalakiya bi boneya Roja Azadiya Rojnamevaniyê ya Cîhanê
Li Qamişlo çalakiya bi boneya Roja Azadiya Rojnamevaniyê ya Cîhanê
Li Qamişlo çalakiya bi boneya Roja Azadiya Rojnamevaniyê ya Cîhanê
Li Qamişlo çalakiya bi boneya Roja Azadiya Rojnamevaniyê ya Cîhanê
2 gulan, 2024   23:30
QAMIŞLO

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekitiya Rojnamevaniya Erebî ya Navneteweyî bi boneya Roja Azadiya Rojnamevaniyê ya Cîhanê (3'yê Gulanê) çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de rojnamevan û nûnerên saziyên ragihandinê û saziyên sivîl ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Çalakî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar ket.

Di çalakiyê de komîteya amadekar û rojnamevanên beşdar peyam xwendin.

Cîgirê serokê Yekitiya Rojnamevaniya Erebî ya Navneteweyî  Hesen Zaza keda ku ji bo diyarkirina rastiyê tê dayîn silav kir. Her wiha tecrûbeya Rêveberiya Xweser a pêşxistina ragihandinê û belavkirina fikrê neteweya demokratîk ê ku mafên hemû pêkhateyan misoger dike, silav kir.

Endama Desteya Rêveber a YRAˊyê Evîn Îbrahîm rojnamevanên şehîd bûne bi bîr anîn. Evîn kedên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo aşkerakirina hovîtiya dewleta Tirk a dagirker silav kirin û bang li rayedarên PDKˊê kir ku rojnamevan Silêman Ehmed berdin.

Her wiha rojnamevan Ehmed Mihemed ê edîtorê ajansa me diyar kir ku siyaseta bêdengkirina rojnamevanan li seranserî cîhanê didome û soza şopandina rêya hevrêyên xwe nû kir.

Li dawiyê Hesen Zaza 16 rojnamevan ji wan edîtorên ajansa me Ehemd Mihemed û Ekrem Berekat û saziya ragihandinê ya Suryanî ya Soryoo xelat kirin.

(mh)

ANHA