Îsraîlê derdora Şamê bombebaran kir

SOHRˊê diyar kir ku Îsraîlê derdora Şamê bombebaran kir.

Îsraîlê derdora Şamê bombebaran kir
2 gulan, 2024   23:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li derdora Şamê dengê teqînan hat bihîstin, tê texmînkirin ku ew deng ji ber bombebarana Îsraîlê ye.

Her wiha malpera ˊSewt El Asîmeˊ anku dengê paytextê anî ziman ku nuqteyeke leşkerî li nêzî pira 5ˊan a li ser rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê hat bombebarankirin.

Li gorî malperê, pergala parastinê asîmanî ya hêzên Şamê bersiva moşekên Îsraîlê nedan.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wê derdora Şamê û Quneytera hedef girt, ji ber ku ji Sûriye moşek ber bi Colanê ve hatin avêtin.

Ev bombebaran, piştî Îsraîlê avahiya li kêleka balyozxaneya Îranê ya li Şamê bombebaran kir, ya yekemîn e.

(fr)