Rejîma Îranê kolber Celal Suhrabî qetil kir

Kolberê ji bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê Celal Suhrabî ji aliyê pasdarên Îranê ve hat bi awayek rasterast hat gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da. Heman kolber 9 meh berê li heman cihî bi guleyan hatibû birîndarkirin.

Rejîma Îranê kolber Celal Suhrabî qetil kir
2 gulan, 2024   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Kolber News’ê ragihand ku îro hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Surkêw ê Bane, gelek kolber rasterast gulebaran kirin û di encamê de kolberê ji bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê Celal Suhrabî jiyana xwe ji dest da.

Der barê nasnameya kolberê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin ev agahî dan; “Navê wî Celal Suhrabî (40) ye, xelkê gundê Tajan ê girêdayî bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Celal Suhrabî zewicî bû û bavê du zarokan bû. Cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirine Nexweşxaneya Selahedînê Eyûbî ya li bajarê Bane.”