Li peravên Sûriyeyê tevgera zêde ya hêzên hikumeta veguhêz

Hêzên hikumeta veguhêz piştî banga xwepêşandanên aştiyane ya ji aliyê Şêxê Elewiyan Xezal Xezal ve hate kirin, li peravên Sûriyeyê tevgerên xwe zêde kirin û  rê girtin.

Li peravên Sûriyeyê tevgera zêde ya hêzên hikumeta veguhêz
28 kanûn, 2025   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek deverên perava Sûriyeyê tevgereke zêde ya hêzên rûgirtî yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê heye. Li gel van tevgeran jî rêyên gelek deveran jî hatine girtin.

Xelk ji ber van tevgeran bi tirs in, nemaze ku hêzên hikumetê der barê van tevgeran de tu daxuyanî nedaye.

Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyeyê û Diyasporê Şêx Xezal Xezal ji bo şermezarkirina êrişa li mizgefta Humsê, bang kiribû ku îro ji saet 12.00’an heya 17.00’an xwepêşandanên girseyî û aştiyane li dar bixin. Li gorî şopîneran ev tevger ji bo qedexekirina xwepêşandanan e.

(b)