Dr. Omer Şêxmûs serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir 

Siyasetmedarê Kurd Dr. Omer Şêxmûs serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Dr. Omer Şêxmûs serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir 
Dr. Omer Şêxmûs serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir 
Dr. Omer Şêxmûs serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir 
Dr. Omer Şêxmûs serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir 
Dr. Omer Şêxmûs serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir 
28 kanûn, 2025   12:01
QAMIŞLO

Siyasetmedarê Kurd Dr. Omer Şêxmûs serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û Fener Kiêt, Cîgira hevserokatiyê Gulîstan Elî, Endamê Desteya Rêveber Xalid Ibrahîm, Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Şamê Ebdulkerîm Omer pêşwaziya Dr. Omer Şêxmûs kir.

Dr. Omer Şêxmûs bal kişand ser ked û xebata gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Ev destkeftî encama keda we ya mezin e. Niha li herêmê hevsengî tên guhertin û hêviya min mezin e.”

Her wiha Dr. Omer Şêxmûs li ser peywendiya Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: “Me ji wan xwest di aliyê derî de hîn zêdetir peywendiyan baş bikin û  ji bo têkiliyên civakî, siyasî û aborî derî zêdetir vekin.”

Hevdîtin ji ragihandinê re girtî berdewam kir. 

Dr. Omar Şêxmûs sala 1942’an li bajarê Amûdê hatiye dinê. Yek ji kesayetên siyasî ê tevgera Kurdî ye. Yek ji damezrînerên YNK’ê ye. Di Nivîsgeha Siyasî Têkiliyên Derve di YNK’ê de kar kiriye.

(b)

ANHA